• Sunday, 30 June 2024
logo

Dadgeha Pêdaçûnê cezayê girtiyên Behdînanê pejirand

Dadgeha Pêdaçûnê cezayê girtiyên Behdînanê pejirand
Dadgeha Pêdaçûnê, cezayê ku bi ser girtiyên Behdînan de hatiye sepandin, pejirand. Kesûkarên wan zîndaniyan nerazîne ji wê biryara dadgehê, weke ew dibêjin ku dadgehê çi belge nebûn ku wan tometbaran ceza bike.

Parêzerê xwebexiş ê dosyeyê, Aso Haşim ji Rûdawê re ragihand ku, Dadgehê Pêdaçûnê karê xwe yê bi dosyeya girtiyên Badînanê de tema kiriye û cezayê 6 sal girtinê bo wan piştrat kir.

5 girtiyên Behdînan, Eyas Ekrem, Şêrwan Şêrwanî, Şivan Seîd Berojkî, Guhdar Mihemed Zêbarî û Harîwan Îsa di 16ê Sibata 2021an de bi tometa têkdana asayîşa nîştimanî bi 6 salan zîndanê hatin cezakirin.

Derbarê Dosyeyayê de Bedel Berwarî parêzer Aso Haşim eşkera kir, dosye ji dadgehê bo lêkolînê hatiye vegerandin û niha li bendê ne ku roja dadeghê bê diyarkirin.

Hejmareke kesûkarên wan girtiyan di konferanseke rojnamevanî de daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê û rêxistinan kir ku bên ser xet û kesûkarê wan bên azadkirin.

Kesûkarên wan zîndaniyan nerazîne ji wê biryara dadgehê, weke ew dibêjin ku dadgehê çi belge nebûn ku wan tometbaran ceza bike.

Weke ew dibêjin wan çalakvana tenê daxwaza mafên xwe yên despêkî kirine weke mûçe û xizmetguzarî.

Rudaw
Top