• Sunday, 30 June 2024
logo

General Votel: Hevpeymaniya Navdewletî bêyî Kurd û Pêşmerge ti car ev serkeftin bi dest nedixist

General Votel: Hevpeymaniya Navdewletî bêyî Kurd û Pêşmerge ti car ev serkeftin bi dest nedixist
Fermandarê berê yê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) General Joseph Votel ragihand; ev serkeftina Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ya di sala 2014an de hat bidestxistin, bêguman eger Kurd û Pêşmerge nebûna bi dest nedihat.

General Joseph Votel beşdarî bultena Jûra Nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser mayîna artêşa Amerîkayê li Iraq û Herêma Kurdistanê diyar kir: “Tiştê ku min dîtiye û li gor tecrubeya min, Amerîka dixwaze hevpeymanî û dostaniya xwe ligel hêzên ser erdê bihêle. Çimkî berjewendiya me li vî welatî heye. Ez bawer nakim tiştê ku di sala 2011an de rûda li ser mijara vekşîna hêzên me ji Iraqê, dubare bibe. Vê carê rê nayê dayîn berjewendiyên Amerîkayê bikevin metirsiyê. Divê hêz bimînin ji bo parastina hêzên me û berjewendiyên me û parastina wan pêwendiyên me yên ligel Iraqiyan. Amerîka dixwaze bawer bike ku serbaziya me ya pêwîst li wir e ji bo parastina berjewendiyên me. Bêguman Kurd beşeke girîng in ji pêwendiyên Amerîkayê yên ligel Iraqiyan.”

Votel diyar kir: “Me rêz li xebata Kurdan a li Iraq û Sûriyê girtiye. Kurdan kareki baş kiriye. Em dostekî baş û pêbawer ê Pêşmerge ne. Ew ji bo me gelek girîng in û hevpeymaniya me bi wan re heye. Em di sala 2014an de hatine Iraqê. Eger Kurd û Pêşmerge alîkariya me nekirana, em nedigihîştin vê qonaxê û vê serkeftinê. Ev hevpeymaniyeke gelek gelek baş e û dê berdewam jî bibe.”

General Joseph Votel herwiha eşkere kir: “Li Sûriye û li hinek deveran, hinek kêşeyên me hene, ji aliyê serbazî ve tiştên ku kirine li dijî DAIŞê û qurbaniyên wan, rêz li wan girtiye û endamê hevpeymaniyê ne ligel me û alîkariya me kirine û em piştevanên wan in, lê ji aliyê siyasî ve weke Herêma Kurdistanê nîne û guhertinek heye. Em dixwazin çareseriyeke siyasî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji bo Kurdan hebe. Girîng e û Amerîka ti car jibîr nake ku Kurd çi kirine û çi qas qurbanî dane û çawa berjewendiyên me û serbazên me li wir parastine. Îdareya Amerîkayê ti car vê yekê jibîr nake û ev ji bo Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jî rast e.”

K24
Top