• Wednesday, 17 July 2024
logo

Îran: Em amadene li gel Siûdiyeyê dest bi diyalogê bikin

Îran: Em amadene li gel Siûdiyeyê dest bi diyalogê bikin
Siûdiye jî xwedan xwestekeke wisaye.
Dibêje di her astekê de be, Îran amadeye diyalogê bike.

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Seîd Xetîbzade duhê duşem ragihand ku Îran bo çareser kirina kêşeyên xwe yên li gel siûdiyeyê amadeye di her astekê de be, li gel Siûdiyeyê dest bi hevdîtin û diyalogê bike.

Xetîbzande eşkere kiriye ku guhertina gotar û islûba siyasî ya Siûdiyeyê li hember Îranê bûye sedema kêm bûna aloziyên navbera her du aliyan û niha Îran bo çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera her du welatan de amadeye li gel Siûdiyeyê dest bi diyalogê bike.

Ji aliyeke din ve ev gotinên Xetîbzade piştî vê yekê tên ku di demên derbasbûyî de jî rayedarên Siûdiyeyê diyar kiribûn ku Siûdiye jî dixwazên têkiliyên xwe yên li gel Îranê weke her welateke din têkiliyên dostane û baş bin.
Top