• Sunday, 30 June 2024
logo

Çekdarên DAIŞê li zincîre çiyayên Badoş û Etşane digerin

Çekdarên DAIŞê li zincîre çiyayên Badoş û Etşane digerin
Rêxistina terorîst a DAIŞê sûd ji valatiya ewlehiyê ya li navçeyên dagirkirî û cîhê nakokiyê wergirtiye û dest bi tevgerê kiriye. Çavdêreke siyasî jî radigehîne ku DAIŞ sûd ji wê valatiya ewlehiyê ya di navbera Şingal û Zumarê wergirtiye û bi şev bi asayî bi motosîkletan digerin.

Çavdêrê siyasî li Zumarê Hesen Xalo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Terorîstên DAIŞê li zincîre çiyayên Badoş û Etşane, sûd ji valatiya ewlehiyê wergirtine û bi dilê xwe diçin û tên. Ev yek jî karesatê bo kurdan bi giştî û bi taybet jî bo Şingal û Zumarê dê bîne, ji bere w erebên ku DAIŞî bûn naha jî veşartî kar bo wan dikin.’’

Herwaha got: ‘’Ereban tenê cilûberg guhertine, eger na hizir û fikra tundiyê ya DAIŞê di serê wan de maye û kar li ser dikin û li derfetekî digerin. Li gor min waha berdewam bike dê DAIŞê çend rojên pêş de êrîşî Zumarê bike.’’

Hesen Xalo got: ‘’Li gundê Berzankî û devera Uynat û çiyayê Badoş û çiyayê Etşane ya devera Zumarê de terorîstên DAIŞê veşartî karên xwe dikin. Bi taybet şev bi motosîkletê hatûçû dikin. Ji ber wê jî li gor min ew valatiya ewlehiyê ya heyî de dê terorîstên DAIŞê êrîş bikin.’’

Hesen Xalo got: ‘’Bo tejî kirina wê valatiya ewlehiyê pêwîste hêza Pêşmerge weger Şingal û Zumar û Rabîa û Beacê, bo ku sînorê navbera Iraq û Sûriyê bê kontrol kirin û DAIŞ nikaribe hatûçûnê bike.’’

Basnews
Top