• Sunday, 24 November 2024
logo

BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ – Keç û jin tên xetenekirin

Gulan Media December 18, 2016 Civakî
BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ – Keç û jin tên xetenekirin
Li gorî anketa dawî ya li Başûrê Kurdistanê ku 6 hezar kes beşdar bûne, derdikeve holê ku ji sedî 33yê keç û jinan hatine xetenekirin. Ev yek di demekê de ye, ku li Herêma Kurdistanê xetenekirina keç û jinan qedexe ye.

Civata Bilind a Karûbarên Jinan bi palpiştiya rêxistina UNICEF û beşdariya rêxistina Hartlandê, di nav salekê de ji bo zanîna asta xetenekirina (sunnetkirin) keç û jinan anketek amade kir.

Encamê Civata Bilind a Jinan Perwîn Hesen ji Rûdawê re ragihand, “Anketê di meha Nîsana 2015ê de dest pê kir û meha Tebaxa îsal bi dawî bû. Anket di nava keç û jinên temen 4 salî heta 49 salî hate kirin. Di encamê de eşkere bû ku ji sedî 33.7ê keç û jinan hatine xetenekirin

Perwîn Hesen ku di heman demê de serpereştê anketû ye diyar dike ku rêjeya xetenekirinê li Hewlêrê ji sedî 16, li Silêmaniyê ji sedî 11.8, li Duhokê ji sedî 4.1 û Helebceyê jî ji sedî 1.1 bûye.

Xetene berdewam e

Kurdistan Resûl ku sala derbasbûyî weke berpirsê tîmekê li rêxistina Cenderê serdana nahye û gundên parêzgeha Hewlêrê kir, ji Rûdawê re ragihand, “Dema me serdana nahye û gundan dikir, eşkere dibû ku hinek keç beriya du rojan hatine xetenekirin. Zanyarî hatine destê me, ku beriya hefteyekê jî hinek keç hatine xetenekirin.”

Parêzer û rêvebera rêxistina yasayî ya jinan Şoxan Hemereşîd, ku serpereştiya tîmên Silêmanî û Helebceyê kiriye, diyar dike; “Mixabin hê jî diyardeya xetenekirinê berdewam e.”

Şoxan Hemereşîd eşkere dike, ku xetenekirina jin û keçan weke nerît û sinnetekî olî tê dîtin û wesa bawer dikin ku ava destê keçên nehatine xetenekirin, heram e.

Hemereşîd dibêje; “Li hinek deveran me serdana malan kir, dayikan dixwestin kesekê peyda bikin da ku keçên wan xetene bikin.”

Di salên derbazbûyî de sazî û dezgehên hikûmetê û rêxistinên civaka sivîl, ji bo hişyarkirin û herwiha nehiştina diyardeya xeteneyê çendîn çalakî pêk anîn.

Li gorî encamên anketê, ji sedî 95ê beşdaran dibêjin, bi rêya peyamên televîzyonê ji helmeta hişyarkirina xetenekirinê agahdar bûne.

Piştî xeteneyê miriye

Kurdistan Resûl dema serdana malekê li derdora Hewlêrê kiriye, bi bihîstina çîrokekê şok bûye. Ew dibêje; “Jinekê ez birim ser gora keça xwe û got, beriya 12 salan keça min 5 salî bû, min bir xeteneyê û ji tirsan mir.”

Keçekê din ê 14 salî yê gundekê Hewlêrê jî gotiye; “Dema ez 6 salî bûm xwestin min xetene bikin. Ez ji male reviyam lê zilam ketin pey min, ez girtim û bi zorê birime xeteneyê.”

Kurdistan Resûl dibêje; “Ji vê jî xiraptir, keçikan li pêş çavê kuran xetene dikin. Keçikekê hatiye xetenekirin ne bi dilê xwe li gel zilamekê 37 salî zewiciye û bûye jina wî yê duyemîn.”

Li gorî gotina Kurdistan Resûl hinek ji keçikan bi xwe xwestine bên xetenekirin. Ji ber ku ji wan re gotine, “eger neyên xetenekirin ava destê we heram e”. Lê ew keçên hatine xetenekirin jî nekarîne ji şerman 8 mehan ji malên xwe derbikevine derve.

Xetene bûye sedema xirabûna malbatê

Şoxan Hemereşîd dibêje, “Li sînorê Silêmanî jinek di 6 saliya xwe de hatiye xetenekirin. Piştî ku zewiciye, nexwestiye li cem hevjînê xwe raze û heza wê ya seksê kêm bûye. Ji ber vê yekê jî zilam ew berda ye. Wê jinê bi alîkariya me serdanê doxtorên derûnî kir, paşî derkete holê ku ducan e û li ser vê yekê careke din vegeriya cem hevjînê xwe.”

Parêzer Pêşeng Mihemed jî eşkere dike, ku bav û dapîrek keçekê 6 salî xetene dikin û li ser vê yekê, dayika male ji zilam cihê dibe.

Rola nerît û olê

Di anketê de derketiye holê ku sedema sereke ya xeteneyê, li gorî cih û herêman tê guhertin. Weke mînak li Silêmaniyê piranî sedem baweriya olî ye lê li Duhokê nerît sedema sereke ne.

Li gorî anketê, li Silêmaniyê, ji sedî 58ê jin û keçikan jiber baweriya olî tên xetenekirin. Ev rêje li Hewlêrê ji sedî 44 û li Duhokê jî jisedî 36 e.

Herwiha li Duhokê sedema xetenekirinê ji sedî 93ê kevneşopî û dabûnêrît in. Ev rêje li Silêmaniyê ji sedî 34 û Hewlêrê jî ji sedî 58 e.

Xetenekirin tawan e

Li gorî yasaya jimere 8ê sala 2011ê yê Parlamentoya Kurdistanê, ku weke yasaya tekoşîna tundûtîjiya li hember jinana tê binavkirin, xetenekirin weke tundûtijî tê hejmartin û kirdarên wê tên cezakirin.

Di xala 3yemîn a benda 6 a yasayê de hatiye gotin; “Ew kesên beşdarê kiryara xeteneyê kirine, ji salekê heta 3 salan dê bên zîndanîkirin. Herwiha xirame jî 5 milyon dînar heta 10 milyon dînar dibe.”

Rudaw
Top