• Sunday, 30 June 2024
logo

Serokwezîr li gel Serokê parlementoya Îraqê civiya

Serokwezîr li gel Serokê parlementoya Îraqê civiya
behsa çareser kirina kêşeyên heyî li gor destûrê kirin.
Duh Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro duşem 3 Gulana 2021 me pêşwaziya Serokê Parlementoya Îraqê û Serokê partiya Teqedum Mihemed Helbûsî û şanda pêre kir.

Di civînê de me behsa rewşa dawî ya Îraq û deverê kir, bi taybetî amadekariyên hilbijartinên pêş yên Îraqê û girîngiya derfet xweş kirin li berdem hilbijartineke paqêj û azad ku maf û xwestekên tevahiya pêkhateyên Îraqê dabîn bike.

Me herwiha tekez li ser girîngiya çareser kirina kêşeyên hilwastî yên di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta fedralî bi awayek ku hertimî û li ser esasê destûrê be kir.

Di berdewamia civînê de me behsa metirsiyên terorê bi giştî û gefên DIŞI kir ku li çend deverên Îraqê bûne sedema gefên rastîn bo ser jiyana xelk û di vê derbarê de tekez li ser girîngiya hemahengiya ewlekarî di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê û yek xistina tevahiya hêz û karînan bo pêşî girtin ji gef û metirsiyên terorê kir.
Top