• Wednesday, 17 July 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî li gel Mihemed Helbûsî civiya

Nêçîrvan Barzanî li gel Mihemed Helbûsî civiya
behsa hilbijartinên Îraqê û pêşeroja Îraqê kirin.


Behsa rewşa Îraqê û deverên kirin.

Duh Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê Parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî kir.

Di civînê de rewşa siyasiya Îraqê bi giştî, hilbijartinên Îraqê, pêşbîniyên bo pêşeroja nexşeya siyasî ya Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexda, liv û tevger û metirsiyên DIŞIê, hevkarî û hemahengiya navbera aliyan bo aramî û ewlekarî û rewşa deverê hatin nirxandin.

Her du alî li ser karên hevbeş û nîştimanî ya tevahiya aliyan hemfikir bûn û hêviya vê yekê xwestin ku encamên hilbijartinên Îraqê, bersifa daxwazên xelkê Îraqê yên bo aramî, xizmetgozarî bidin.
Top