• Sunday, 30 June 2024
logo

Navendeke hevbeş ya pêşmerge û artêşa Îraqê tê vekirin

Navendeke hevbeş ya pêşmerge û artêşa Îraqê tê vekirin
jiber zêde bûna êrîşên DIŞIê hikûmeta Îraqê bi vê yekê razî bûye.


Li navenda K1 ya li Kerkûkê tê vekirin.

Li gor zaniyariyên berdest jiber zêde bûna êrîşên terorîstên DIŞIê hikûmeta Îraqê razî bûye ku navendeke din ya hevbeş ya hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê were vekirin.

Zaniyarî behsa vê yekê dikin ku jêderekî hayedar di nava hikûmeta Îraqê de diyar kiriye ku hikûmeta Îraqê razî bûye daku li navenda leşkerî ya K1 ya li Kerkûkê navendeke din ya hevbeş di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê were vekirin.

Navenda K1 beriya niha yek ji xalên nakok yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bû lê niha jiber zêde bûna gef û êrîşên terorîstên DIŞIê hikûmet û artêşa Îraqê razî bûne ku li vê navendê biryargeheke hevbeş ya bo hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê were avakirin.
Top