Li Hewlêrê xortek kuştî hat dîtin
Îro yekşemî 11ê Kanûna 2016ê, çend rûniştvanên gundê Sêbîran a bajarokê Şemamkê, termê xortek bi kuştî dîtine.
Li gorî agahiyan, wan welatiyan ragihandine, ku tekera otomobîlê li ser singê wî xortî hatibû danîn.
Wan şahidhalan gotin, ku xwestine, lê belê nekarîne û bi kuştî termê wî bi cih hiştine.
Berdevkê Polîsê Hewlêrê, Hogir Ezîz ew nûçe ji Rûdawê re piştrast kir û ragihand: “Roja yekşemî termê xortek li gundê Sêbîran a ser bi bajarokê Şemamkê hatiye dîtin, lê belê heta niha nehatiye zanîn ku kê ew tawan encam daye.”
Hogir Ezîz herwiha got: “Tîmên lêkolîna belge û tawanan li cihê bûyer amade bûn û lêkolînê derbarê çawaniya bûyerê û sedema rûdana bûyerê dikin.”
Ezîz herwiha amaje bi wê jî kir: “Termê wî xortê bo pizîşkiya dadê hatiye şandin, lê belê heta niha nasnameya wî nehatiye diyarkirin û polîs li ser lêkolînên xwe berdewam e.”
Rudaw