• Wednesday, 17 July 2024
logo

Di nava mehekê de 18 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

Di nava mehekê de 18 kolber hatine kuştin û birîndarkirin
piraniya kuştî û birîndaran ji parêzgeha Urmiyeyê ne.


Ji sedî 78ê wan bi êrîşa raste rast hatine kuştin anjî birîndarkirin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku di nava meha Nîsanê de çekdarên ser bi rejîma Îranê êrîşî ser Kolber û Kasibkarên Kurd kirine û di encama wan êrîşan de 18 kes canê xwe ji dest dane anjî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya Hengawê di seraserê meha Nîsanê de, hêzên rejîma Îranê çend caran bi awayeke raste rast êrîşî ser Kasibkar û Kolberên Kurd kirine di encama wan êrîşan de 2 Kolber û Kasibkar canê xwe ji dest dane û 16 Kolberên din jî birîndar bûne.

Herwiha hate zanîn ku piraniya kuştî û birîndaran jî ji Parêzgeha Urmiyeyê ne.

Top