• Sunday, 30 June 2024
logo

Rapirsî: 2 partiyên li parlamentoyê di bin bendê de dimînin

Rapirsî: 2 partiyên li parlamentoyê di bin bendê de dimînin
Li gor dawîn rapirsiya Kompaniya Lêkolînê ya MetroPOLL, HDP û MHP di bin benda hilbijartinê de dimînin û dengên AK Partiyê jî ji %27.1 e.

Kompaniya MetroPOLL encamên rapirsiya hilbijartinê ya meha Adarê belav kir ku pirsa “Vê Yekşemê hilbijartin çê bibe tu dê dengê xwe bidî kîjan partiyê?” arasteyî beşdaran hat kirin.

Li gor encamên hatine belavkirin, AK Partî ji %27.1, CHP %18.3, IYI Partî ji %10.7, MHP %8.7, HDP jî %8.4, Partiya Deva %2ç Partiya Saadet %1.6 û Partiya Pêşerojê %1.4 deng werdigire.

Eger dengên bêbiryar, nerazî û bêbersiv jî li ser partiyan neyên dabeşkirin dengên partiyan bi vî awayî ne; AK Partî ji %27, CHP %18, IYI Partî %11, MHP %9, HDP %8, Partiya Deva %2, Partiya Saadetê %2 û Partiya Pêşerojê ji %1.

Ev yek di demekê de ye ku di hilbijartinên 27ê Hezîrana 2018an de AK Partî %42.56, CHP %22.65, HDP %11.70, MHP %11.10, IYI Partî %9.96 û Partiya Saadetê jî ji %1.34 deng wergirtibûn.

Rudaw
Top