• Sunday, 30 June 2024
logo

Derbarê deriyê sînorî yê li Wanê biryar hat dayîn

Derbarê deriyê sînorî yê li Wanê biryar hat dayîn
Deriyê sînorî yê li Wanê ku ji 2020an ve girtî ye, li ser fermana Erdogan tê vekirin.

Deriyê Sînorî yê Kapikoy ê li Wanê ji Adara 2020an ve bi sedema vîrusa Coronayê girtiye.

Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Wanê (TSO) di daxuyaniyekê de li ser rewşa wî deriyê sînorî yê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de amaje bi karîgeriya xerab a girtina wî derî li ser aboriya Wan û deverê kir.

Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Wanê di daxuyaniyê de tekezî li ser girîngiya wî derî ji bo aboriya herêmê kir û got, wan di heyama salekê de her tim daxwaz kiriye ku ew derî bê vekirin.

Herwiha Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Wanê, behsa hewldanên Şêwirmenda Serokomarê Tirkiyê Gulşen Orhan, Endamê Rêveberiya AK Partiyê Burhan Kayaturk û Serokê Yekîtiya Borsa û Odeyan a Tirkiyê (TOBB) M. Rifat Hîsarciklioglu kir ji bo vekirina deriyê sînorî yê Kapikoy û tekez kir ku li ser van hewldan û daxwazan, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ferman daye ku ew derî bê vekirin.

Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Wanê aşkere kiriye ku biryar e Deriyê Sînorî yê Kapikoy piştî 17ê Gulanê bê vekirin û ev yek weke `mizgînî` bo xelkê binav kiriye û spasiya hemû aliyan kiriye ku di vê heyamê de hewl dan ew derî bê vekirin.

Deriyê Sînorî yê Kapikoy ku wek “şahdamara aboriya Wan û herêmê” tê binavkirin, di navbera navçeya Mehmudî (Saray) ya Wana Bakurê Kurdistanê û bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê de ye.

Ev deriyê sînorî ji Adara 2020an ve ji ber vîrusa Coronayê girtiye û vê yekê jî ziyaneke mezin gihandiye aboriya herêmê û ev demek bû daxwaza vekirina derî dihat kirin.

Li Tirkiyê piştî Hezîrana 2020an deriyên sînorî di bin rêkarên taybet bi Coronayê de hatin vekirin, lê deriyê Kapikoy ê li Wanê, Gurbulak ê li Bazîdê û Esendere yê li Geverê, nehatin vekirin û ev yek jî rastî nerazîbûnê hatiye.

Rudaw
Top