• Wednesday, 17 July 2024
logo

Williams: DAIŞ hê jî gefeke cidî ye li Herêma Kurdistanê û Iraqê

Williams: DAIŞ hê jî gefeke cidî ye li Herêma Kurdistanê û Iraqê
Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî yê li Herêma Kurdistanê David Williams derbarê êrîşa DAIŞê ya ser sengerên Pêşmerge de ragihand: “Ev êrîş bi bîr tîne ku hê jî DAIŞ gefekî cidî ye li Herêma Kurdistanê û Iraqê.”

Kolonel David Willams ji K24ê re ragihand: “Em sersaxiyên xwe arasteyî malbatên pêşmergeyên şehîd dikin û hêviya zû başbûnê ji bo birîndaran dixwazin.”

David Willams diyar kir: “Ev êrîş bi bîr tîne ku hê jî DAIŞ gefekî cidî ye li Herêma Kurdistanê û Iraqê, loma divê demildest hemahengî di navbera hêzên Kurdistanê û Iraqê de li deverên cihê nakokiyê were dirustkirin.”

Willams destnîşan kir: “Yek ji xalên hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê, damezrandina navenda hevbeş e li wan deveran, da ku rêgirî li encamdana êrîşên weke şeva borî were kirin û herwiha hemahengiyeke din e ji bo jinavbirina yekcarî ya DAIŞê.”

Top