• Sunday, 28 July 2024
logo

SILÊMANÎ – Zarokên bêkes zêde dibin

Gulan Media December 1, 2016 Civakî
SILÊMANÎ – Zarokên bêkes zêde dibin
Hat ragihandin ku li bajarê Silêmaniyê hejmara zarokên bêkes zêde bûye.

Mala Zarokên Bêkesan (Yêtimxane) a Silêmaniyê di sala 2014an de hat avakirin. Rêvebirê Yêtimxaneyê Çopî Elî Reza dibêje ew bi biryara dadgehê zarokan werdigirin.

Çopî Elî Reza diyar kir ku di sala destpêkê de tenê 4 zarok standine û yek ji wan hêj 40 rojî bû û yên din jî di navbera 1 – 3 saliyê de bûn.

Par jî 4 zarok li yêtimxaneyê hatine bicîkirin û yek ji wan yek mehî, 3 jî yek salî bûn. Lê îsal hejmara bi awayekê cidî zêde bûye.

Çopî Elî Riza wiha got: “Îsal 19 zarok anîne cem me. Yek ji wan keçekî 20 rojî ye. Me vê mehê da malbatekî ku xwedî bike.”

Zarokên li kolanan an jî li mizgeftan tê dîtin yek jî ne bi ser yek saliyê re ne. Bi biryara dadgehê 6 zarok dane malbatên bêzarok. Li Mala Zarokên Bêkesan niha bi giştî 23 zarok hene.

Rêveberê Mala Zarokên Bêkesan diyar kir ku zarokên li yêtimxaneyê têne bicîkirin piranî yên malbatên hêjar in û wiha got: “Hinek zarok yên malbatên ji ber sedemên aborî ji hev cûda bûne. Dema dê û bav ji hev cuda dibin zarok di holê de dimîne.”

Herwiha zarokên ji ber sedemên din jî bêkes mayîn hene.

Malbatekê ku havînê zaroka xwe danî li ber deriyê mizgeftê bi saya lêkolînên asayişê hat dîtin. Me zarok radestî malbatê kir. Ew malbat li bajarokê yê Silêmaniyê dijî.

Lêkolîner Kurdistan Ebdulkerim derbarê zarokên li yêtimxaneyê de hatine bicîkirin de wiha got: “Bêguman ev hejmara zêde ye. Ji ber ku civaka me misilman e. Di asta duyem û asta seyêm de malbet hene.”

Bi gotina Kurdistan Ebdulkerim sedema serekê ya vê rewşê kirîza darayî û ji hev cûdabûn e.

Ebdulkerim wiha domand: “Hin kes ji ber kirîza darayî malên xwe dikin û dizewicin. Dema ku ev jî nebe çare dîsa ji hev cuda dibin. Piştre jî ji neçarî zarokên xwe radestî yêtimxaneyan dikin.”

Rudaw
Top