• Sunday, 30 June 2024
logo

Lîza Kakeyî: Herêma Kurdistanê kar li ser dadgeh kirina DAIŞê dike ji ber wê dixwazin ziyanê bidin Pêşmerge

Lîza Kakeyî: Herêma Kurdistanê kar li ser dadgeh kirina DAIŞê dike ji ber wê dixwazin ziyanê bidin Pêşmerge
Endamekî lijneya navçeyên Kurdistanî li Parlamentoya Kurdistanê ragehand, sedemê êrîşa terorîstên DAIŞê ew e ji ber Herêma Kurdistanê li ser asta navnetewî kar ji bo dadgehî kirina terorîstên DAIŞê dike.

Îro 01.05.2021ê endama lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Lîza Kakeyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Êrîşa şeva borî ya terorîstên DAIŞê li ser Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê cîhê nîgeraniyê ye û bûye sedema şehîd û birîndarbûna Pêşmerge. Terorîstên DAIŞê xwe li wan sînoran rêxistin kirine û dixwazin ziyan bigehînin hêzên Pêşmerge.’’

Lîza Kakeyî got: ‘’Naha herêma Kurdistanê kar li ser projeyekî gelek girin dike, ku dadgeh kirina terorîstên DAIŞê ye ew jî û ev yek bûye sedem ku DAIŞ êrîş bike ser Herêma Kurdistanê. Ev proje tenê ya Kurdistanê nîne, ya hemû Iraq û welatên navnetewî ye û welatan jî Herêma Kurdistanê helbijartiye. Ji ber Herêma Kurdistanê navçeyekî arame û pêwîste Iraq û ew welatên ku piştevaniyê li wê dadgehî kirinê dikin, bo parastina wan navçeyan Kurdistanê biparêzin û alîkar bin li gel hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Lîza Kakeyî got, piştî 16ê cotmeha 2017ê heta naha hêzên leşkerî û ewlehiyê yên Iraqê serkeftî nebûne di parastina ewlehiya wan navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê. Hebûna valatiya ewlehiyê bûye metirsî li ser rûniştvanên navçeyê, herwaha gefxwarineke cîdî ye bo ser ewlehiya herêma Kurdistanê jî.

Basnews
Top