• Wednesday, 17 July 2024
logo

Wezareta pêşmerge: Emê bi tundî bersifa her cure êrîşekê bidin

Wezareta pêşmerge: Emê bi tundî bersifa her cure êrîşekê bidin
dibêje lazime artêş û hikûmeta Îraqê valatiya heyî dagirin.


Derbarê êrîşa Pirdê de daxuyaniyek belav kir.

Wezareta pêşmerge ya Kurdistanê derbarê êrîşa terorîstên DIŞIê ya li Pirdê bo ser hêzên pêşmerge daxunaiyek belav kiriye û ragihandiye ku hêzên pêşmerge vê bi tundî bersifa her cure êrîşeke terorîstên DIŞIê didin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku mixabin jiber valatiya heyî ya li wan deveran û kemterxemiya hikûmet û artêşa Îraqê, liv û tevgerên terorîstên DIŞIê û kiriyarên wan yên terorîstî li wan deveran zêdetir bûne.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku hikûmeta Kurdistanê û wezareta pêşmerge çend caran li gel hikûmeta fedralî û aliyên têkildar bo dagirtina valatiya han rêkeftin kirine lê mixabin hikûmet û artêşa Îraqê pêbendî rêkeftinan nebûne lewre valatiya ewlekarî ya li wan deveran bûye derfetek gelek baş bo terorîstên DIŞIê daku xwe dubare bihêz bikin û êrîşên xwe yên terorîstî zêdetir bikin.

Wezareta pêşmerge herwiha eşkere kiriye ku lazime artêş û hikûmeta Îraqê pêbendî rêkeftinan bin, valatiya heyî dagirin û bo ava kirina hêzeke hevbeş bo dagirtina valatiya han gavan bavêjin.

Di daxuyaniyê de wezareta pêşmerge tekez li ser vê yekê kiriye ku vê bi tundî bersifa her cure êrîşekê bidin ku bo ser Kurdistan û hêzên pêşmerge were pêkanîn.

Top