• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Diyarbekirêdi roja Têkoşîna Li Hember Tundiya Jinê de xwepêşandan

Gulan Media November 26, 2016 Civakî
Li Diyarbekirêdi roja Têkoşîna Li Hember Tundiya Jinê de xwepêşandan
Di Roja Têkoşîna Li Hember Tundiya Jinê ya Navneteweyî de li Diyarbekirê jinên siyasetmedar û endamên sazî û degehên jinan, xwestin daxuyaniyekê ji bo vê rojê bidin. Girseya jinên ku, li hev civiyan, rastî qedexeya Parêzgeriyê hat.

Li Diyarbekirê ji bo tundiya li hember jinê, bi daxuyaniyekê ragihînin, komek jin di pêşengiya Parlementera Diyarbekirê ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê, Feleknas Ûca û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk DBP'ê û endam û rêveberên KJA'yê, li Parka Koşûyolûyê li hev civiyan.

Jinên ku, xwestin daxuyaniyê bidin, ji aliyê hejmareke zêde ya polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan destûr neda daxuyaniyê û bi anonsê hişyariya destwerdanê kir.

Li ser vê yekê di navbera polîsan û Feleknas Ûca de nîqaş çêbû. Ji ber ku polîsan hişyariya destwerdan û binçavkirinê li jinan kir, girse ji aliyê Feleknas Ûca ve hat belavkirin. Jinan biryara qedexeyê, bi çepik, dirûşim û lîlandinan protesto kir.

k24
Top