• Wednesday, 17 July 2024
logo

Kerkûk – Di êrişên DAIŞê de komek serbaz û polîs û çekdarên Iraqî hatin kuştin

Gulan Media April 30, 2021 Nûçe
Kerkûk – Di êrişên DAIŞê de komek serbaz û polîs û çekdarên Iraqî hatin kuştin
Çekdarên DAIŞê li du deverên parêzgeha Kerkûkê êrişî hêzên Iraqî kirin û çend çekdar û polîs kuştin.

Efserekî polîs li bajarokê Daqûq yê Kerkûkê bi navê Wehab Mihemed ji BasNewsê re got, şeva borî terorîstên DAIŞê êrişî hêzên tabûra 2 ya lîwaya 45 ya artêşa Iraqê kirin.

Wî efserî da zanîn, di wê êrişê de du polîs hatin kuştin û 6 serbaz û polîsek jî birîndar bûn.

Berpirsê polîsê bajarokê Hewîce yê Kerkûkê, Fetah Mehmûd jî ji BasNewsê re got, şeva borî terorîstên DAIŞê li nêzîkî Hewîce êrişî hêzên Iraqî kirin.

Wî efserê polîs da zanîn, di wê êrişê de serbazek û çekdarekî Heşda Şeibî hatin kuştin.

Basnews
Top