Serok Barzanî li gel Serokkomarê Îraqê civiya
![Serok Barzanî li gel Serokkomarê Îraqê civiya](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/87878799.jpg )
Di civînê de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.
Duh li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Îraqê Berhem Salih kir.
Di civînê de giftûgo derbarê pêşhatên dawî yên siyasî yên li Îraqê hate kirin û her du alî nêrînên xwe li dor prosesa siyasiya Îraqê, hêlbijartinên pêş yên Îraqê û metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê diyar kirin.
Di berdewamiya civînê de her du alî behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin û balkêşandine ser vê yekê ku çareser kirina kêşeyan vê bibe sedema amariyê û vejandina tevahiya kertên jiyanê li Îraqê de.
Rewşa herêma Kurdistanê û têkiliyên navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê mijareke din ya vê hevdîtinê bûn.