• Wednesday, 17 July 2024
logo

Blinken: Amerîka raste rast hudşarî daye Tirkiyeyê

Gulan Media April 30, 2021 Nûçe
Blinken: Amerîka raste rast hudşarî daye Tirkiyeyê
dibêje lazime Tirkiye S400an ji destê xwe derxîne.


Dibêje lazime S400an ji destê xwe derxîne.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Antonî Blinken derbarê qirîza sîstema berevaniya mûşekî ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ragihand ku di dema xwe de Amerîka huşdarî daye Tirkiyeyê ku navbe sîstema mûşekiya S400 ji Rûsyeyê bistîne lê Tirkiye ev yek bi guhê Amerîkayê nekir.

Blinken heriwha diyar kiriye ku Amerîka raste rast hudşarî daye Tirkiyeyê ku ev sîstema han ji destê xwe derxîne jiber ku ji bilî vê yekê ti çareseriyeke din jê re nayê dîtin.

Blinken herwiha eşkere kiriye ku lazime Tirkiye dev ji S400an berde û eger Tirkiye çekdên zêdetir ji Rûsyeyê bistîne vê Amerîka dorpêçên zêdetir bixe ser Tirkiyeyê.

Weke tê zanîn beriya niha jî jiber qirîza S400an Amerîka dorpêç danî bû ser kerta pîşesaziya berevanî ya Tirkiyeyê.

K24
Top