• Wednesday, 17 July 2024
logo

Serokwezîr li gel Serokkomarê Îraqê civiya

Gulan Media April 30, 2021 Nûçe
Serokwezîr li gel Serokkomarê Îraqê civiya
behsa kêşeyên heyî yên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.


Behsa girîngiya çareser kirina kêşeyên heyî kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokkomarê Îraqê Berhem Salih civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro pêncşem 29ê Nîsana 2021an me pêşwaziya Serokkomarê Îraqê Dr, Berhem Salih kir.

Di civînê de guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa Îraq û herêma Kurdistanê hatin nirxandin.

Her di heman civînê de me tekez li ser girîngî û pêdivî bûna çareser kirina kêşeyên hilwastî di navbera hikûmeta fedralî û herêma Kurdistanê de li ser esasê destûra bingehîn kir.

Di vê çarçoveyê de pejrandina proje qanûna bûdceya fedralî ya sala 2021an bi pêngaveke erênî hate wesifkirin û lazime bi awayeke dadmend xizmeta tevahiya pêkhate û navçeyên curbicur yên Îraqê bike û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê jî di zûtirîn dem de werin şandin.

Herwiha stayîşa reformên hikûmeta herêma Kurdistanê hate kirin û lazime bo xizmet kirina berejwendiyên giştî û parastina pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê tevahiya aliyan piştîvaniya serxistina karnameya kabîneya 9an ya hikûmeta Kurdistanê bikin.

Di berdewamiya civîna han de giftûgo derbarê hilbijartinên pêş yên Îraqê, bi mebesta derfet xweşkirin li berdem hilbijartineke pak û şefaf ku têde maf û xwestekên tevahiya pêkhateyên Îraqê parastî bin, hate kirin.
Top