• Sunday, 28 July 2024
logo

Zarok di karên giran de dişuxulin

Gulan Media November 22, 2016 Civakî
Zarok di karên giran de dişuxulin
Zarokên li Bakurê Kurdistanê ji ber şert û mercên nebaş a jiyana xwe, di temeneke biçûk de neçar dimînin û di karên giran de dişuxulin.

Li Bakurê Kurdistanê ji ber şert û mercên aboriya lawaz, zarokên di serdema perwerdehiyê de neçar dimînin û di karê giran de karkeriyê bikin, hîn ji wan li temîrxaneyan hîn ji wan jî li nav bazaran ji bo çend qurişan xîret didin û dixebitin da ku alikariyê bi malta xwe re bikin. Zarok dibêjin wan bivên û nevên jî ew mecbûr in kar bikin.

Ev der temîrxaneya Amedê ye bi sedan dikan ji bo diristkirina otomobîlan rêzkirîne û li ber sir û sermayê Evdilkadir ê 16 salî dixebite.

Karkerê zarok Evdilkadir Sonmez ji Rûdawê re wiha got: “Du birayên min hene nesaxin li erdê ne ji bo ez piştgiriya mala xwe bikim min dev ji mektebe berda û ez niha dişuxulim.”

Ev der jî bazara nav bajêr e, firoşkar malên xwe anîne û bi dengên gumreh bang li mişteriyên xwe dikin, zarokên nav bazarê bi erobokê destan hewl didin ku ji xwe re mişterîyek bibinin û malên wana bi berdêleke hindik veguhêzin heta ber deriyên wan.

Hebûn ê 11 salî jî yek ji wan e, ew ji dibistanê derketiye û girtiye ereboka xwe li nav bazarê digere.

Hebûn Karakuş jî got: “Ez ji dibistanê derdikevin û têm vê bazarê ji bo pere qezenc bikim. Ez pere qezenc dikim û didime dayika xwe.”

Bavê hebûn jî dergevaniyê dike Ew jî hatiye nav bazarê fêkî û zerzewatan dikire lê ew ne ji mala xwe re ji şêniyên şiqqeyê re danûstendinê dike ji berk u ew karê wî ye.

Bavê Karkerê zarok Salih Karakuş jî got: “Xebat baş e hem ji bo pere qezençkirinê hem jî ji bo paşerojê. Divê em jiyanê bi hemû aliyan ve bikin.”

Li gor pergalên cihanî kesên di bin temenê 18 saliyan de zarok têne pênasekirin ew kes ne reşîd in û bi tena sere xwe nikarin biryarê xwe bidin, Li tevahiya Tirkiyeyê zarokên di dibistanan de ji sedî 25 hem dixwînin hem jî dişuxulin lê ev li bakûrê Kurdistanê ji sedî 47e an go ji du zarokan yek.

Rudaw
Top