• Wednesday, 17 July 2024
logo

Herêma Kurdistanê 5 rêkar bo vegera xelkê ji Hindistanê diyar kirin

Gulan Media April 30, 2021 Nûçe
Herêma Kurdistanê 5 rêkar bo vegera xelkê ji Hindistanê diyar kirin
Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmarek rêkarên nû bo vegerandina hemwelatiyan ji Hindistanê ragihand, li gor nivîseke wezaretê 5 xal ji bo wan kesên ku dixwazin vegerin hatine diyarkirin.

Di daxuyaniyekê de, Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê dibêje, bi sedema wê corê guhertî yê coronayê ku li Hindistanê belav bûye û gelek metirsîdar e û bi awayekî bilez belav dibe, kesên ku ji Hindistanê ve bêne Herêma Kurdistanê, dê bo dema 14 rojan bêne kerentînkirin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de pênc rêkar bo wan kesan diyar kiriye, ku ji Hindistanê ve vegerin Herêma Kurdistanê û rêkar jî ev in:

1 - Kerentînkirina kesên ku ji Hindistanê vedigerin bo dema 14 rojan li gel encamdana pişkinîna PCR bo her welatiyekî.

2 - Cudakirina kesên bi Korona ketine li navendên tendirustî ku taybet in bi kerentînkirin û bikaranîna rêkarên xweparastinê û çareseriya pêwîst.

3 - Wergirtina pişkinîna duyem ya PCR ji kesên kerentînkirî piştî derbasbûna 7 rojan ji pişkinîna negetîv a yekem.

4 - Eger pişkinîna duyem jî negetîv bû, bo malê tê şandin lê bo dema heftiyekê li malê jî tê kerentînkirin û ji aliyê tîmên hewarçûnê tê çavdêrîkirin.

5 - Nimûneyeke pişkinînê piştî bidawîhatina kerentînê li malê tê wergirtin û li gor encama pişkinînê, rêkarên xweparastinê têne wergirtin.

Rewşa belavbûna coronayê li Hindistanê gelek xirab bûye, bi awayekê ku hejmara pêketina bi vê vîrusê li wî welatî di dema vê heftiya dawî de ji 300 hezar kesan zêdetir bûye.

Roja Pêncşemê 29ê Nîsanê zêdetir ji 379 hezar pêketinên nû yên coronayê li Hindistanê hatin tomarkirin û zêdetir ji 3600 kesan ji jî jiyana xwe ji dest dan.

Rudaw
Top