• Sunday, 28 July 2024
logo

Wezîrê Derve yê Sûriyê: HSD nikare Reqayê rizgar bike

Gulan Media November 20, 2016 Civakî
Wezîrê Derve yê Sûriyê: HSD nikare Reqayê rizgar bike
Wezîrê Derve yê Sûriyê derbarê operasyona Reqayê de got, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/YPG) nikarin Reqayê rizgar bikin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim îro di konferanseke rojnemevaniyê de li Şamê derbarê operasyona rizgarkirina Reqayê de got ku Amerîka Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) ji bo qonaxa dorpêçkirina Reqayê bikar tîne û digel Tirkiyê jî derbarê pêşeroja Reqayê li hev kiriye. Welîd Muelim her wiha got, ne HSD dikare Reqayê kontrol bike ne jî Tirkiye.

Wezîrê Derve yê Sûriyê derbarê hebûna hêza Tirkiyê li bakûrê Sûriyê de jî got, ku ew destêwerdana Tirkiyê qebûl nakin û qet nahêlin ti hêzeke biyanî li ser erdê Sûriyê bimîne.

Wî peyayê rêjîma Beşar Esed aşkere kir ku, Nûnerê YN yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura pêşniyarek pêşkêşî Sûriyê kiriye, ku herêmeke xweser li rojhilatê Helebê li deverên di bin desthilata HSDê de were avakirin lê Şamê ew pêşniyara De Mistura red kiriye, ji ber ku avakirina devereke xweser li ser xaka Sûriyê, binpêkirina serweriya Sûriyê û xelatkirina terorê ye.

Basnews
Top