• Sunday, 30 June 2024
logo

PKKê li Avaşîn bi çekên giran êrişî hêzên Tirkiyê kir

Gulan Media April 29, 2021 Nûçe
PKKê li Avaşîn bi çekên giran êrişî hêzên Tirkiyê kir
Gerîlayên PKKê li devera Avaşîn a li sînorê parêzgeha Duhokê êrişî hêzên Tirkiyê kirin. PKK dibêje, di vê êrişê de 5 serbazên Tirkiyê hatine kuştin, lê Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandiye, di êrişê de serbazek hatiye kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku hêzên PKKê li devera Avaşîn bi çeka dijî-tank êrişî xaleke serbazî ya artêşa wî welatî kirine.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê de tê gotin, “li navçeya Operasyona Çeng-Birûsk di êrişa rêxistina terorîstî de li dijî binkeya me, serbazekî me hat kuştin û du kesên din birîndar bûn.”

Herwiha amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku “êriş bi çeka dijî-tank hatiye kirin.”

Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twîterê wêne û nasnameya wî leşkerê ku di êrişê de hatiye kuştin, belav kiriye, ku navê wî Husamettîn Gokçe ye.

Derbarê heman êrişê de medyaya PKKê ragihandiye ku “gerîlayên HPG/YJA Star li devera Mamreşo ya Avaşîn li dijî artêşa Tirkiyê êriş pêk anîne”. Medyaya PKKê dibêje, di êrişê de 5 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê ji 23ê Nîsanê ve operasyoneke nû ya derveyî sînor di nav axa Başûrê Kurdistanê de û li navçeyên Zap, Metîna, Avaşîn û Basyanê li dijî PKKê destpê kiriye.

HPG: Di sê rojan de 14 serbazên Tirkiyê hatine kuştin

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, di daxuyaniyekê de ragihandiye, li navçeyên Zap, Avaşîn-Basyan di navbera 24 heya 27 Nîsanê de ji ber şer û pevçûnan, 14 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.

Li aliyekê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê daye xuyakirin, ku di pevçûnên 23ê Nîsanê de li devera Avaşîn, 4 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane.

HPGê nasnameya wan gerîlayan wiha aşkere kiriye:

Vahide Zengîn xelka Colemêrgê bi nasnavê Ekin Tilora

Zennun Mihemed Salih xelkê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê bi nasnavê Dilşêr Agit

Mîne Ipekten xelka Bursa bi nasnavê Asya Kerîm

Bereket Beytur xelkê Şirnexê bi nasnavê Çiyager

Rudaw
Top