• Wednesday, 17 July 2024
logo

Serokê herêmê li gel balyozê Vatîkanê civiya

Gulan Media April 29, 2021 Nûçe
Serokê herêmê li gel balyozê Vatîkanê civiya
dibêje Vatîkan helwesta Kurdistanê bigirîng dinirxîne.
Behsa rewşa deverê bi giştî kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Vatîkanê yê li Îraqê Metia Lescovar kir.

Balyozê Vatîkanê Metia Lescovar ku yekem care serdana Kurdistanê dike, kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han diyar kir.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî hêviya serkeftinê bo Metia Lescovar xwest û ragihand ku Kurdistan bi girîngî li têkiliyên xwe yên li gel Vatîkanê dimêzîne.

Nêçîrvan Barzanî serdana Papa bo Îraq û Kurdistanê jî bi bûyereke girîng ya dîrokî wesif kir û hêviya vê yekê xwest ku ev serdana han bibe fakterek bo handana mesîhiyan daku vegerin welatê xwe ku jiber şer û pevçûnan beşeke zêde ya wan ji welat bar kirine û çûne.

Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de vekirina zanîngeha Katalokî li Enkaweya ser bi Hewlêrê bi girîng wesif kir û ragihand ku perwerde bingeha serekî ya civakake pêşkeftiye lewre lazime girîngiyeke zêde bi çawetî û kiwalîtiya perwerde û çanda bihevre jiyana aştiyane were dayîn. Zanîngeh jî lazime têkiliyên xwe li gel zanîngehên cîhanê baştir bikin û fêde ji ezmûnên serkeftî bistînin û bibin pira têkilî û çanda bihevre jiyana aştiyane.

Ji aliyê xwe ve balyozê Vatîkanê rêzdariya xwe û Vatîkanê bo Kurdistanê diyar kir û ragihand ku em spasiya hikûmet û gelê Kurdistanê dikin ku welatiyên mesîhî û yên ku li Îraqê jiber şer aware bûne û awareyên din jî hevandiye û hevkariya wan kiriye.

Nav hatî diyar kir ku Vatîkan gelek girîngî dide vê helwesta herêma Kurdistanê.
Top