• Sunday, 30 June 2024
logo

Serokwezîr li gel balyozê Vatîkanê civiya

Gulan Media April 29, 2021 Nûçe
Serokwezîr li gel balyozê Vatîkanê civiya
Vatîkan li hember Kurdistanê rêzdare.
Rêzdariya Papayê gehande rayedarên Kurdistanê.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Vatîkanê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 28 Nîsana 2021an me pêşwaziya balyozê Vatîkanê yê li Îraqê Metia Lescovar kir.

Di civînê de balyozê Vatîkanê rêzdariya Papaya Vatîkanê jiber serxistina serdana wî y abo herêma Kurdistanê, parastin, û mêwandarî kirina mesîhiyan, aware û penaberan û tevahiya kesên ku jiber tirsa zordariyê û bindestiyê berê xwe dane herêma Kurdistanê gehande me.

Di civînê de pêbendbûna hikûmeta herêma Kurdistanê bo pere pêdan û bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane û olî û etnîkî li herêma Kurdistanê de diyar kir û serdana Papayê jî bo Îraq û herêma Kurdistanê bi serdaneke dîrokî wesif kir û me daxwaz kirk u bibe sedema pere pêdana zêdetir ya çanda lêbûrîn û bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda yên Îraqê de.

Di mijareke din ya civînê de me giftûgo derbarê têkiliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta fedralî û girîngiya cîhbicîh kirina proje qanûna bûdceya fedralî û şandina şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem kir.

Herwiha rewşa deşta Nînowayê û deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê hate nirxandin û me tekez li ser normal kirina rewşa wan deveran û cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra fedralî kir.
Top