• Sunday, 28 July 2024
logo

Duhok – 48 xort û keçên êzîdî bi hev re daweta xwe kirin

Gulan Media November 18, 2016 Civakî
Duhok – 48 xort û keçên êzîdî bi hev re daweta xwe kirin
48 xort û keçên êzîdî bi yek dawetê li kampeke penaberan li Duhokê gihîştin mirazê xwe.

Li kampa Keberto-1 a Duhokê, ku tevahiya koçberên tê de kurdên êzîdî ne, 24 bûk û zavayên êzîdî daweta xwe kirin. Daweta wan li cihekî û bi hev re hat kirin.


Berpirsê kampa Keberto-1, Siûd Misto Necim derheqê vê yekê de got, dawetên wiha li nav kampan de nîşan didin ku jiyan didome û kurdên êzîdî û misilman li kêleka hev dijîn û ti kêşeyek jî dernakeve. Ev jî tê wê wateyê ku Herêma Kurdistanê cihê pêkvejiyana hemû ayîn û olan e.


Berpirsê wê kampê her wiha got, ji ber ku heta niha bo zewaca kurdên êzîdî qanûnek taybet nehatiye derxistin, zewaca êzîdiyan ji aliyê dadgehê ve nayê tomarkirin, tenê ji aliyê Babe Şêx ve tê îmzekirin û bi vî rengî resmî dibe.


Hat gotin ku tevahiya xerc û mesrefên daweta wan xort û keçên êzîdî ji aliyê saziyeke sivîl ve hatine dabînkirin.

Basnews
Top