• Wednesday, 17 July 2024
logo

Heşt dibistanên Tirkiyê yên li Erebistana Siûdî tên daxistin

Gulan Media April 29, 2021 Nûçe
Heşt dibistanên Tirkiyê yên li Erebistana Siûdî tên daxistin
Hat ragihandin ku birêvebiriya Erebistana Siûdî biryar da ku heta dawiya sala perwerdeyê ya 2020-2021ê 8 dibistanên Tirkiyê yên girêdayî Wezareta Perwerdeya Netewî ya Tirkiyê û li paytext Riyad û parêzgehên din kar dikin bigire.

Li gor nûçeya Ajansa Anadolu ya Tirkiyê ya fermî, ku agahî ji çavkaniyekî dîplomatîk bi dest xistin Wezareta Perwerdeya Erebistana Siûdî ji dibistanên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirkiyeyê yên li Tebûk, Riyad, Taîf û Cîddeyê ra bi nivîskî biryara girtinê şandiye.

Hat zanîn ku rayedarên Erebistana Siûdî dibistanên tirk ên li bajarên Dammam û Abhayê jî ziyaret kirin û bi devkî biryara girtinê ji wan re ragihandin.

Agahî hat dayîn ku dibistanên li Mekke û Medîneyê jî dê bi heman awayî bên girtin.

Basnews
Top