• Wednesday, 17 July 2024
logo

Aliyên Rojavayê Kurdistanê nêzîkî hev dibin

Gulan Media April 28, 2021 Nûçe
Aliyên Rojavayê Kurdistanê nêzîkî hev dibin
Civînên Nûnerê Amerîka bo Sûriyê David Braunstein ên ligel Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) rê li ber gereke nû ya danûstandinan vekirine.

Herdu aliyên diyaloga Kurdî-Kurdî ENKS û PYNK careke din ji bo danûstandinan nêzîk dibin.

Piştî vegera Nûnerê Amerîka bo Sûriyê David Braunstein ji Herêma Kurdistanê, ku li gel berpirsên wê yên herî astbilind civiyabû û mijara diyaloga aliyên Rojavayê Kurdistanê ligel wan gotûbêj kiribû, dîplomatkarê Amerîkî ligel herdu aliyên PYNK û ENKS civiyaye û destpêkirina xuleke nû ya danûstandinan gotûbêj kiriye.

Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (EL Partî) û endamê şandeya PYNKê Nesredîn Îbrahîm ku ligel Brownstein civiyabû, ji Rûdawê re got ku encamên hevdîtinên li Hewlêrê û li Qamişlo jî erênî bûn, û ew hêvî dikin di demeke nêzîk de, diyalog dîsa destpê bike.

Sekreterê El Partî Nesredîn Îbrahîm got: “Em wek PYNK erênî pêşwaziyê li van serdanan dikin. Me daxwaza xwe ya destpêkirina diyalogê da xuyakirin. Divê di demeke nêzîk de diyalog destpê bikin. Ti soz ji bo destpêkirina diyalogê nehate dayîn, lê hêviya em xurt e ku di demeke nêzîk de me dîsa rûnin li ser maseyê diyalogê. Em vê carê dê wek carên din dirêj nekin.”

Feysel Yûsif, Endamê Serokatiya ENKS û endamê şandeya ku ligel Brownstein civiyabû, ji ya Rûdawê re helwesta aliyê din ê diyalogê nîşan da.

Tevî ku heya niha tu soz ji bo civîna herdu aliyên ENKS û PYNK ji bo danûstandinê nehatiye destnîşankirin, lê çavkaniyên ji nav herdu aliyan, ji Rûdawê re tekez dikin ku ew ji herdemê bêhtir ji destpêkirina diyalogê, bi garantiya Amerîka û HSD nêzîk in.

Rudaw
Top