• Sunday, 28 July 2024
logo

KERKÛK - Zilamê 60 salî bi keça 12 salî re zewicî

Gulan Media November 15, 2016 Civakî
KERKÛK - Zilamê 60 salî bi keça 12 salî re zewicî
Li Kerkûkê, Komeleya Emel ku rêxistinekê jinan e, bi hevkariya UNICEFê, ji bo nehiştina zewaca di temekî biçûk de, dest bi helmetekî nû kiriye.

Ofîsa Kerkûkê ya Komeleya Emel a Iraqê, bi alîkarî û hevkariya Neteweyên Yekbûyî, dest bi helmetekî hişyarkirina malbatan kiriye da ku encamên xirab ên zewaca di temenekî biçûk de vebêjin. Dê ev helmet du mehan berdewam bike.

Rêvebera ofîsa Kekrûkê ya Komeleya Emel Sirûd Mihemed ji Rûdawê re ragihand; “25 ciwan di projeya me de kar dikin. Karê me ew e ku li nav bajêr, navçe, gund û kampên koçberan de digerin û behsa encamên ne baş ên zewaca di temenê bin 18 salî de dikin.”

Sirûd Mihemed eşkere kir ku li gorî yasayên Iraqê nabe keç di bin temenê 18 salî de bizewicin lê di dema helmetê de wan bi sedan çîrokên zewaca di temenekî biçûk de zewacê bihîstine.

Mihemed got: “Li cihekî me behsa xirabiyên zewaca pêşwext dikir. Ji me re gotin li vir zilamekî 60 salî ligel keçekê 12 salî zewiciye. Ji bo qelenê keçikê jî 60 hezar dolar daye malbata keçikê.”

Rêvebera Komeleya Emel behsa çend serpêhatiyên din ên balkêş kir. Li gorî gotina Sirûd Mihemed, piraniya bûyerên wiha di kampên penaberan de dibin. Yek ji wan mînakan jî ew ku keçikeke temen biçûk bûye hewiyê jineke 30 salî û ew jin jî dibêje, “Hewiya min zarok e dema mêrê me ne li mal be ew ditirse û ez wê didim ber singa xwe.”

Herwiha Sirûd Mihemed got ku jinekê 18 salî yê xelkê Teleferê ku niha li Kekrûkê koçber e, heta niha 3 caran bi zorê dane zewicandin û niha mêrê sêyem jî ew berda ye.

Sedem çi ne?

Sirûd Mihemed dibêje di asta yekemîn de dayik û bav berpirsê vê diyardeyê ne. Herwiha krîza darayî, temaşekirina dramayên dublajkirî û torên civakî jî sedemên din in ku keçik di temenekî biçûk de dibin bûk.

Rêvebera Komeleya Emel dibêje, “Divê dayik û bav dem û heskirinê bidin keçikên xwe. Guh bidin wan û hevalên wan nas bikin. Hinek ji wan keçikan ji ber torên civakî û herwiha dramayên dublajkirî, zê biryara zewacê didin. Divê malbat van daxwazên wan cîbicî nekin.”

Akademîsyenê civaknas Şikûfe Mihemed jî diyar dike ku sedemekî giring ê zewaca pêşwext krîza darayî ye û herî zêde jî di kampên koçberan de bûyerên wiha tên dîtin.

Li gorî gotina Şikûfe Mihemed, hinek malbat zarokên xwe neçar dikin da ku di temenekî biçûk de bizewicin. Gelek caran jî bav ji ber deynên xwe, keçikên xwe difiroşin û dikin berdêla deynan.”

Komeleya Emel di dema hişyarkirina keçan de serdana dibistanekî amadeyî (lîse) dikin ku xwendevanên keç ên wê dibistanê hemû di bin temenê 18 salî de ne, lê rastî şokekî dibin.

Piraniya keçikên vê dibistanê zewicî ne. Hinek ji wan dibêjin ku malbata wan ew bi zorê dane zewicandin. Herwiha Sirûd Mihemed dibêje, “Keça hevalekê min di pola 2 ya navendî ye. Dixwaze keça xwe bizewicîne. Ji ber ku keçên wê pole tev de zewicîne û tenê keça min maye.”

Rudaw
Top