• Wednesday, 17 July 2024
logo

Wezîrê Derve yê Îranê: Ji ber êrîşên ser Hewlêrê nîgeran im

Gulan Media April 28, 2021 Nûçe
Wezîrê Derve yê Îranê: Ji ber êrîşên ser Hewlêrê nîgeran im
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf kir. Di nava şanda Cewad Zerîf de, balyozê Îranê li Iraqê Îrec Mescîdî, konsolê Îranê li Hewlêrê Reşnûdî û Konsûlê Silêmanyê Mehdî Şûşterî hebûn.

Nêçîrvan Barzanî di civînê de behsa pêwendiyên dîrokî yên Kurdistanê û Îranê kir û diyar kir ku di rojên zehmet de Îranê piştgirya Kurdistanê kiriye û got: “Li gorî berjewendiyên hevpar di warê aştî û aramiyê de Herêma Kurdistanê dê bi Îranê re di nav têkiliyên cîrantiyek baş de be.”

Cewad Zerîf tekez kir ku welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe yên dîrokî digel herêma Kurdistanê baştir bike.

Herwiha Zerîf, ji ber êrişên roketî yên vê dawiyê dijî Hewlêrê, dilgiraniya xwe anî ziman û got “Îran îstîqrar û aramiya heremê dixwaze. Îstîqrar û têkîliyên aborî di berjewendiya herdû aliyan de ye.”

Herwiha di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraqê, têkoşîna li dijî DAIŞê û hebûna hêzên hevpeymaniyê, Peymana Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê, têkiliyên bazirganî yên dualî û bazirganiya sînor û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêj kirin.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro gihîşt Hewlêrê û li gel Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevdîtin pêk anî.

K24
Top