• Wednesday, 17 July 2024
logo

Generalê Amerîkayê: Vekêşîna me bû sedemê avabûna DAIŞê li Iraqê

Gulan Media April 28, 2021 Nûçe
Generalê Amerîkayê: Vekêşîna me bû sedemê avabûna DAIŞê li Iraqê
Generalê Amerîkayê Joseph Votel ragehand, sedemê avabûna rêxistina terorîst a DAIŞê li Iraqê, ji ber vekêşîna Amerîkayê ya ji Iraqê bûye.

General Joseph Votel ku fermandarê berê yê fermandariya navendî ya artêşa Amerîkayê li Rojhilata Navîn bû got: ‘’Çareseriya pirsgirêkan û jinavbirina DAIŞê tenê bi rêya leşkerî ve nabe. Pêwîste bi rêya dîplomasî û çareseriya siyasî jî bê kirin.’’

General Joseph Votel webalê dagirkirina Mûsilê ya ji aliyê DAIŞê û şikestina artêşa Iraqê jî xist stûyê serokwezîrê wê demê yê Iraqê Nûrî Malikî û got: ‘’Wî artêşa Iraqê kir artêşeke siyasî.’’

Fermandarê Amerîkayê dibêje vekêşandina beşek piraniya hêzên welatê wan ji Iraqê yek ji sedemên serî rakirina DAIŞê bû li wî welatî.

Roja 18.12.2011ê Amerîka û hikûmeta wê deme ya Iraqê bi serokatiya Nûrî Malikî de rêkeftin li ser vekêşîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê.

Basnews
Top