• Wednesday, 17 July 2024
logo

Erdogan bertek da axavtina Biden ya “Jenosîda Ermeniyan”

Gulan Media April 27, 2021 Nûçe
Erdogan bertek da axavtina Biden ya “Jenosîda Ermeniyan”
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di derbarê daxuyaniya Serokê Amerîkayê Joe Biden ya “Jenisîda Ermeniyande got “Serokê Amerîkayê Biden di derbarê bûyerên bi êş ên ku zêdetirî sedsal berê qewimînen de daxuyaniyên bêbingeh, neheq û nerast bikar aniye.”

Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna bi wezîran re di konferanseke rojnamevani de bertek da axavtina Joe Biden ya di derbarê “Jenosîda Ermeniyan” de.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan îdîa kir ku ew axavtin bi guvaşên grûpên li dijî Tirkiyê hatine gotin.

Erdogan diyar kir ku nêzikî nîvê nufûsa Osmaniyan ji balkanê heta Qafkasê ji 10 milyon miriyan nîvê wan hatine sirgunkirin.

Hewrwiha Erdogan dibêje ku lêkolîna bûyerên dîrokî ji dîroknasan re bihêlin, ne karê siyasetmedaran e û gazinan kir ku ji bo ku kesî bersiv nedaye banga wan ya avakirina komisyoneke hevkar bo bûyerên Ermeniyan bên lêkolînkirin.

Serokkomarê Tirkiyê ragihand ku Ermenî ji aliyê welatên rojava ve hatine biçekkirin û Ermenî jî bi ser gund û bajaran ve girtine û zarok, jin bê navber yên ku ketine ber wan, ew kuştine.

Erdogan amaje bi yekê kir ku di warê trajediya mirovî de di 24 Nîsanê de tiştek nebûye, tenê dema Osmaniyan di şer debûne rêxistinên ku li dijî çalakiyan kirine, di wê rojê de wan rêstinan girtine rêveberê wan jî hatine girtin.

Recep Tayîp Erdogan bal kişan ser wê yekê u got ku tenê li Mûşê 20 hezar kes ji aliyê Ermeniyan ve hatine kuştin.

Herwiha Erdoga diyar kir ku eger ji ber şerê hember ve wendahî çêbûbin ew heta qadek dikarê bê qebulkirin.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan dibêje ku di dema şerê cîhanê yê yekemînde li ser axa Osmaniyên 1 milyon û 300 hezar Ermenî dijiyan û bang li Biden kir bila bê li belgeyan lêkolîn bike û wiha berdewam kir “ heta niha bersiv nedane banga me. Bi yên ku derbasî Îranê bûne ev hejmar digihîje 500 hezarî. Di daxuyaniyên Amerîkayê de tên diyarkirin 600 hezar in ku ev jî hejmara rastî nîne. Her kesê ji 150 hezarê can e û hejmareke giring e. ji aliyê dîroknasên Ermenî ve tê îtîrafkirin ku hejmara rasteqîn bi 1 sifirî hatiyê zêdekirin.”

Erdogan tekez kir ku niha li Stenbolê 100 hezar Ermenî dijîn û tevî yên ku piştî şer vegeriyane ew hejmar gihîştiye 650 hezarî.

Di derbarê Qarabaxê de jî Erdogan amaje bi wê yekê kir ku 1 milyon kes ji Qarabaxê hatin derxistin û Qarabax hat wêrankirin û wiha ebrdewam kir “Eger hûn bibêjin jenosîn, divê hûn eynê binêrin û binirxînin. Hewce nake jixwe ez Çermsoran bibêjim. Jixwe ew li rastê ye.”

Erdogan îdîa kir ku li ser Tirkiyê lîstik leyîzandin û got “

Divê kes guman neke ku em ê xefika ku li Sûrî li ser PKKê hat saz kirin bi heman perçebikin û bavêjin.”

Herwiha Erdogan got ku dxuyaniya serokê Amerîkayê hem pêvajoyê hem jî têkiliyan asteng dike û bi alîkirina FETO û YPG û hewlên S-400an zirarê dide hevkariya wan.

Rudaw
Top