• Wednesday, 17 July 2024
logo

Serok Barzanî beşdarî di panelekê de dike

Gulan Media April 27, 2021 Nûçe
Serok Barzanî beşdarî di panelekê de dike
panel roja çarşemê tê lidarxistin.
Ev panel taybete bi ava kirina herêma aram li Kurdistanê.

Biryare roja çarşema vê hefteyê Serok Barzanî li gel çend pispor û rayedarên berê yên Amerîkayê, beşdarî di panelekê de bike yaku taybet bi ava kirina herêma aram li Kurdistanê de di sala 1991an de.

Ev panel yaku bi awayeke onlîne tê organîzekirin seat 10 şev bi dema Washingtonê û 5ê êwarê bi dema Hewlêrê destpê dike.

Weke tê zanîn di dema şerê kendavê de sala 1991an, Netewên Yekgirtî û hêzên hevpeyman li başûrê Kurdistanê navçeyek bi navê navçeya dijefirîn anjî herêma aram bo pêşî girtin ji balefirên rejîma Besê ava kirin û ev biryara han bû pêngava yekem bo ava kirina herêma federe ya Kurdistanê.
Top