• Wednesday, 17 July 2024
logo

Li Kanî Masî 3 welatî birîndar bûn

Gulan Media April 27, 2021 Nûçe
Li Kanî Masî 3 welatî birîndar bûn
birîndar niha li nexweşxaneya Dihukê ne.
Karmendên îdareya elektirîka deverê ne.

Duhê danê êwarê di navbera artêşa Tirkiye û gerîlayên pkkê de li devera Kanî Masê zirar bi tora elektirîkê ya deverê ket, elektirîka zêdetir ji 76 gundên deverê qut bû.

Îro tîmên çê kirina elektirîkê ya Amêdiyê bi mebesta çê kirina tora ku zirar pêgehêştiye, çûne devera Kanî Masî, lê bombeyeke vedayî bi wan re teqiya û li gor zaniyariyên berdest, 3 karmendên îdareya elektirîkê birîndar bûne.

Ev birîndarên han bo derman kirinê bo nexweşxaneya hawar hatinê ya Dihukê hatine veguhastin.

Weke tê zanîn ev 5 roje li deverê di navbera pkk û artêşa Tirkiyeyê de şer û pevçûnên dijwar hene û zirarên medin jî ber gund û şêniyên deverê gehêştiye.
Top