• Sunday, 30 June 2024
logo

Piştî derxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî şênî vedigerin taxa Tey

Gulan Media April 27, 2021 Nûçe
Piştî derxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî şênî vedigerin taxa Tey
çend roj bû di nava taxê de şer û pevçûn hebû.


Piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst girt, şêniyên taxa Tey a başûrê Qamişlo vegerîn malên xwe.

Piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst girt, şêniyên taxa Tey ku ji ber şerê di navbera çeteyên Dîfaa El-Wetenî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ji taxê derketibûn, vegerîn malên xwe.

Ji saetên sibehê ve wesayitên sivîlan ji çerxerêya El-Wehdê ya Qamişlo bi rê ketin û li ser beşan ketin taxa Tey.

Duh, Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek dabû û tê de bang li şêniyên ku dixwazin vegerin malên xwe kiribû ku berê xwe bidin nuqteyên elwehiyê da ku derbasbûna wan bê ewlekirin.

Ji anhayê hatiye wergirtin.
Top