• Sunday, 30 June 2024
logo

DAIŞê muxtarê gundekî Xaneqînê kuşt

Gulan Media April 27, 2021 Nûçe
DAIŞê muxtarê gundekî Xaneqînê kuşt
Derengê şeva borî çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundê Qayê yê li qezaya Xaneqînê kir û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, di êrîşa çekdarên DAIŞê de, muxtarê gund hate kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Jêderekî ji Lîwaya Sê ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji K24ê re jî got, piştî êrîşê, hêzeke artêşa Iraqê çû wî gundî û çekdarên DAIŞê reviyan.

Wî jêderî diyar kir jî, hêza artêşa Iraqê termê kesê kuştî û kesên birîndar veguhastin nexweşxaneyan.

K24
Top