• Wednesday, 17 July 2024
logo

Hijmara qurbaniyên nexweşxaneyê zêde bû

Gulan Media April 27, 2021 Nûçe
Hijmara qurbaniyên nexweşxaneyê zêde bû
di encama bûyerê de 130 kes canê xwe ji dest dane.
Beriya du rojan agir bi nexweşxaneya Ebnî Xetîb ya Bexdayê ketibû.

Komîsyona mafên mirovan ya Îraqê derbarê bûyera agir berbûnê di nexweşxaneya Ebnî Xetîb ya li Bexdayê yaku taybet bû bi berketiyên Koronayê belav kiriye.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku li gor amarên dawiyê, di encama bûyera agir pêketinê de heta niha bi giştî 130 welatî canê xwe ji dest dane.

Di raportê de hatiye eşkere kirin ku gelek kemanî û kemterxemiyê di îdare kirin û birêveberina nexweşxaneyê de hatine diyarkirin.

Weke tê zanîn şeva 24ê Nîsanê agir bi nexweşxaneya Ebnî Xetîb ya li Bexdayê yaku têde berketiyên Koronayê dihatin dermankirin ketibû.
Top