• Wednesday, 17 July 2024
logo

Wezareta derve ya Îranê daxuyaniyek derbarê ‘’Civîna Zerîf û Amerîkiyan’’ de da

Gulan Media April 27, 2021 Nûçe
Wezareta derve ya Îranê daxuyaniyek derbarê ‘’Civîna Zerîf û Amerîkiyan’’ de da
Wezareta derve ya Îranê daxuyaniyek derbarê gotegotên civîna wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf û Rêveberê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) de da.

Îro 27.04.2021ê berdevkê wezareta derve yê Îranê Seîd Xetîbzade red kir ku wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li gel Amerîkayiyan hevdîtin pêkanîbe.

Ajansa Tesnîm a Îranê bi zimanî Seîd Xetîbzade ragehand ku, rêveberê CIAyê William Burns çend roj berî serdana Zerîf a Bexdayê, li Bexda bûye û piştre ji Iraqê nemaye û çûye.

Beşek ji çavkaniyên çapemeniyê belav kirin ku wezîrê derve yê Îranê li Bexdayê li gel William Burns civiya ye.

Duh 26.04.2021ê wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji bo serdaneke fermî geheşt Bexdayê.

Basnews
Top