• Sunday, 30 June 2024
logo

2 leşkerên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê hatin kuştin

Gulan Media April 27, 2021 Nûçe
2 leşkerên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê hatin kuştin
Di operasyonên ser li sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê de, 2 leşkerên din ên artêşa Tirkiyê hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da xuyakirin, operasyonên wan ên di çarçoveya Pençe-Bruskê de didomin û ew baregehên PKKê bi topxane û firokeyan topbaran û bombebaran dikin.

Wezaretê da zanîn, di encamê teqîna du bombeyên vedayî de, efserek û leşkerekî artêşa Tirkiyê hatin kuştin.

Duhî jî Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, kuştina efserekî li Başûrê Kurdistanê ragihandibû.

Artêşa Tirkiyê ji 23ê Nîsana 2021ê ve di nav sînorê Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyonekê kiriye.

K24
Top