• Wednesday, 17 July 2024
logo

Endama berê ya encumena Kerkûkê: Bi vegera Pêşmerge keramet vedigere Kerkûkê

Gulan Media April 27, 2021 Nûçe
Endama berê ya encumena Kerkûkê: Bi vegera Pêşmerge keramet vedigere Kerkûkê
Endameka berê ya encumena parêzgeha Kerkûkê dibêje, bi vegera Pêşmerge, keramet li Kerkûkê vedigere.

Endama berê ya encumena parêzgeha Kerkûkê, Ciwan Hesen ji BasNewsê re got, piştî xiyaneta 16 Cotmeha 2017, valahiyeka ewlehî li nav bajarê Kerkûkê de çêbûye û terorîstên DAIŞê jî dest bi livîn û çalakiyan kirine.

Ciwan Hesen her wiha got, eger parastina Kerkûkê nedin hêzên Kerkûkê û hêzên Pêşmerge, metirsiya DAIŞê li ser bajêr zêdetir dibe. Ji ber ku DAIŞ bihêz bûye û hejmara wan jî li nav Kerûkê de zêde bûye. Di nav Kerkûkê de şanên wan yên veşartî hene.

Wê endama berê ya encumena parêzgeha Kerkûkê anî ziman jî, rewşa kurdan li Kerkûkê gelekî xirab e û tenê bi vegera Pêşmerge, keramet vedigere Kerkûkê û xelkê Kerkûkê jî asûde dibin.

Basnews
Top