• Sunday, 30 June 2024
logo

Tirkiye û pkk amarên cuda belav dikin

Gulan Media April 27, 2021 Nûçe
Tirkiye û pkk amarên cuda belav dikin
îro jî 2 leşkerên din yên Tirk hatin kuştin.
Şer 4 roje destpê kiriye û hîn jî berdewame.

Di şeva 23ê Nîsana 2021an de artêşa Tirkiyeyê piştî operasiyoneke asmanî ya berfire li Zap, Avaşîn û Metînan, dest bi operasiyoneke bejahî li wan deveran de li dijî gerîlayên pkkê kir.

Ev 4 roje şer berdewame û Tirkiye û pkk jî amarên cuda cuda derbarê kuştiyan de belav dikin.

Duhê êwarê çapemeniya PKK belav kir ku heta niha bi giştî 38 leşkerên Tirk li deverê de hatine kuştin lê artêşa Tirkiyeyê heta niha li kuştina 3 leşkerên xwe mokir hatiye û dibêje me 31 gerîlayên pkkê kuştine.

Ji aliyeke din ve her îro li Metînanê 2 leşkerên din yên Tirkiyeyê hatine kuştin.
Top