• Sunday, 24 November 2024
logo

Sine…Jinekê dawî li jiyana xwe anî

Gulan Media November 13, 2016 Civakî
Sine…Jinekê dawî li jiyana xwe anî
Jinekî ciwan a xelkê gundekî ser bi bajarê Dîwandere ya ser bi parêzgeha Sine, xwe şewitand û dawî li jiyana xwe anî.

Li gor raporta malpera mafê mirov a Hengaw li rojên borî jinekî ciwan a bi navê Seadet Rezayî û xelkê gundê Hesenava ya bajarê Dîwandere, dawî li jiyana anî.

Li gor heman çavkaniyê li bajarê Dîwandere, ew jine ji ber pirsgirêkên malbatî, agir berda bedena xwe û xwe şewitind.

Seadet Rezayî dayîka zarokekî yek salî bûye û li nexwaşxaneya bajarê Ormiyê jiyana xwe ji dest daye.

Li gor amarên hatî tomar kirin, li navenda amarên mafê mirov a Hengaw ji destpêka payîza îsal ve 6 jin li Kurdistana rojhilat xwe kuştine û ji wane 2 kes jê bi rêya xwe şewitandinê ve dawî li jiyana xwe anîn.

Basnews
Top