• Sunday, 30 June 2024
logo

Wezîrê Derve yê Îranê bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re dicive

Gulan Media April 27, 2021 Nûçe
Wezîrê Derve yê Îranê bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re dicive
Bi armanca gotûbêjkirina pêwendiyên Hewlêr û Tehranê û rewşa navçeyê, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê dicive.

Biryar e îro Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana Hewlêrê bike û ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicive û rewşa navçeyê û pêwendiyên Hewlêr û Tehranê gotûbêj bikin.

Wezîrê Derve yê Îranê duhî bi serdaneke fermî gihîşt Bexdayê, piştî civîna ligel hevtayê xwe yê Iraqî Fuad Husên ragihand, pêwîst e tevahiya pirsgirêkên navçeyê bi riya diyalogê bêne çareserkirin.

Rudaw
Top