• Sunday, 30 June 2024
logo

Von der Leyen: Ji ber ez jin im, li Tirkiyê wisa danûstandin ligel min hat kirin

Gulan Media April 27, 2021 Nûçe
Von der Leyen: Ji ber ez jin im, li Tirkiyê wisa danûstandin ligel min hat kirin
Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen careke din behsa bûyera kursiyê Enqerê kir û got: “Ji ber wêya ez jin im lewra li Tirkiyê bi wî awayî danûstandin ligel min hat kirin.”

Ursula von der Leyen ligel Serokê Encûmena Ewropayê Charles Michel roja 6ê Nîsanê li Enqerê ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiyan, lê dema çûn odeya civînê, derket ku ti kursiyek ji Ursula von der Leyen re nehatiye danîn û tenê du kursî li wê derê hebûn ku Michel û Erdogan li ser wan rûniştin û Ursula jî ji neçarî li ser qenafeyên wê derê rûnişt.

Ew bûyer bû krîzeke dîplomatîk di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewroapyê û weke Sofagate hat binavkirin.

Piştî ku zêdeyî 20 rojan di ser wê bûyerê re derbas bûn, Ursula von der Leyen roja Duşemê di dema civîna ligel endamên Parlamentoya Ewropayê de, careke din behsa wê bûyerê kir.

Seroka Komisyona Ewropayê dibêje: “Ez yekem jin im postê serokê komisyonê werbigrim, lê li Tirkiyê wek seroka komisyonê danûstandin ligel min nehat kirin, ti hincetek jî ji vê re nîne.”

Ursula von der Leyen herwiha dibêje, wê demê bûyerê gelek bandor lê kiriye û hest kiriye ku bi tenê ye, mijarê jî wiha dinirxîne ku peywendî bi jinbûna wê ve heye, ne mijara protokolê.

Seroka Komisyona Ewropayê di civînê de wiha axivî: “Ez yekem jin im bibim seroka Komisyona Ewropayê, ez seroka komisyonê me, tişta min çaverê dikir ew bû li Tirkiyê bi wî sifetî danûstandin ligel min bê kirin, wate wek seroka komisyonê, lê wiha nebû. Ez ti hincetekê bo vê nabînim bo wê danûstandina ligel min hat kirin. Ez dikarim bighim wê baweriyê ku ji ber wêya ez jin im lewra wiha çêbû. Gelo eger bedlek li min bûya û min kerawatek girêbidana, wiha dibû? Di civînên din de min nedîtiye pirsgirêka kursî derkeve, li di wan wêneyên berê de ti jinel li wir nebûye.”

Her derbarê wê mijarê de Serokê Encûmena Ewropayê Charles Michel ku wê demê bêyî guh bide Ursula von der Leyen li ser kursiyekî ji wan li tenişta Erdogan rûnişt, amaje bi wê yekê da ku bûyer bow î jî nexweş bûye û daxwaza lêborînê jî ji Komisyona Ewropayê kiriye, lê ti desthilateke wî nebûye, ji ber li Enqerê destûr nedane tîma protokola Ewropayê pêşwext serdana cihê civînê bikin.

Michel dibêje, lewra di wê demê de ti karvedanek pêşan nedaye, ji ber nexwestiye ew bûyer bibe sedema têkçûna gotûbêj û danûstandinên siyasî ên ligel Tirkiyê û aloziyeke siyasî ya nû çêbibe û bibe sedema têkdana hewldanên dîplomatîk.

Rudaw
Top