• Wednesday, 17 July 2024
logo

Ji ber şerê PKKê û Tirkiyê 40 gundên Kanî Masî di bin metirsiya vala kirinê de ne

Gulan Media April 26, 2021 Nûçe
Ji ber şerê PKKê û Tirkiyê 40 gundên Kanî Masî di bin metirsiya vala kirinê de ne
Bi salane gundên ser sînorê Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê û Îran û ji ber şer û topbaran û bombebaranan tên vala kirin û gefa vala kirinê li ser gundên din jî heye.

Rêveberê nahyeya Kanî Masî ragehand, ji ber şerê PKKê û Tirkiyê metirsî li ser gundên derdora Zinarê Kêste ya devera Kanî Masî jî çêbûye.

Rêveberê nahyeya Kanî Masî ya ser bi qeza Amêdî Serbest Sebrî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Çend rojeke bi bahaneya hebûna binkeyên PKKê, Zinarê Kêste ku cîheke stratejîk û giringe û zêdetir ji 40 gund li wê deverê re nêzîkin û tên bombebaran kirin.

Herwaha got: ‘’Gelek caran ev navçe hate bombebaran kirin, hin roj heye ji êvari heta sibehê bombebaran berdewam dike. Ev yek jî tirs û xofekî li gel hemwelatiyan çêdike û nikarin rez û baxên xwe bikarbînin û metirsiya vala kirina gundan heye.’’

Herwaha got: ‘’Du roje Zinarê Kêste ji aliyê topxaneyên Tirkiyê ve bê navber tên bombebaran kirin û ziyan ber rez û baxan ketiye û xelk newêre biçin karê xwe yên çandiniyê û avdaniyê bikin.’’

Serbest Sebrî got: ‘’Di wan bombebaranan de ti ziyaneke canî yê gundiyan çênebûye û heta naha jî gundên xwe vala nekirine. Zinarê Kêste navçeyekî stratejîk a sînor e li gel Tirkiyê û 2 hezar û 300 metre bilind e.’’

Basnews
Top