Berpirsekî komên çekdar yên şîe hate kuştin
![Berpirsekî komên çekdar yên şîe hate kuştin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/fd5490dbcb8dcc94ac9599db3d14420c_l.jpg )
Li berdem mala xwe hatiye kuştin.
Çepemeniya Îraqê belav kir ku, şeva derbasbûyî berpirsekî komên çekdar yên şîe bi navê Eladîn Cezayîrî li berdem mala xwe rastî êrîşeke çekdar hatiye û hatiye kuştin.
Eladîn Xezayîrî Cîgirê berpirsê giştî yê komên çekdar bi navê Noceba bûye û duhê bi şev li berdem mala xwe ya li taxa Cadiriye ya li Bexdayê hatiye kuştin.
Hate zanîn ku hîn jî êrîşkar nehatine nasîn û lêkolîn li ser bûyerê jî berdewamin