• Wednesday, 17 July 2024
logo

Hêzên ser bi rêjîma Sûriyê ve agirbesta li Qamişlo binpê kirin

Gulan Media April 26, 2021 Nûçe
Hêzên ser bi rêjîma Sûriyê ve agirbesta li Qamişlo binpê kirin
Li bajarê Qamişlo piştî ku agirbesteke hertimî hat ragehandin, mîlîşyayên Berevaniya Niştimanî bi danê şevê re agirbest binpê kirin û li taxa Hilko şer derket.

Navend ragehandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) duhî di daxuyaniyekê de ragihandibû, bi gerentiya HSDê û Hêzên Rûsî ew gihîştine agirbesteke hertimî, eger mîlîşiyayên Berevaniya Niştîmanî ti binpêkirinan nekin.

Herweha Asayîş bang li xekê taxa Tey yên ku ji malên xwe derketibûn kir ku ew dikarin vegerin malên xwe, piştî serî li xalên wan bidin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, bi şeva borî careke din endamên Berevaniya Niştimanî li taxa Hilko êrîş kirin û careke din şer derket.

Peyamnêrê me diyar kir jî, îro danê sibê rewş aram bû û hêzên Rûsyayê gereke çavdêriyê li taxa Tey û Hilko encam dan.

Şer û aloziya li bajarê Qamişlo ji roja 20ê vê mehê ve derketiye ku çekdarên Berevaniya Niştimanî êrîşî rêbendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kolana Wihdê ya li nêzî taxa Tey kiribû û di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kuştin. Piştre şer û pevçûn di navbera her du aliyan de derket.



K24
Top