Mezlûm Ebdî piştgiriya xwe ji Iraqê re nîşan da
![Mezlûm Ebdî piştgiriya xwe ji Iraqê re nîşan da](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/fa77c013c7e6fb2b940153016b81a50e_L.jpg )
Der barê şewata li nexweşxaneya Îbin El-Xetîb a li paytexta Iraq Bexdayê de ku di encamê de zêdetirî 82 kesan jiyana xwe ji dest da û 110 kesên din jî birîndar bûn, Fermandarê Giştî yê Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi postekê ku ser rûpela xwe Tiwîtterê belav kir û got:"Me bi xemgînî bûyera bi êş a li nexweşxaneya Îbin El-Xetîb a li Bexdayê bihîst, li ser vê yekê em piştgiriya xwe ya ji Iraqê re nîşan didin, sebir û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şîfaaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin."
Ji ber teqîna tûpeke oksîjenê li nexweşxaneya Îbin Xetîb agir li nexweşxaneyê derket û ji ber wê 82 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Basnews